Gelo meriv dikare bibêje hestên netewan jî dişibin hev an jî şibandina sembolên civakan çer li hev derin. Dibe ku bersiva vî tiştî dirêj be û çend îzahatan jî ji etnografyayê bixwaze. Lê gava meriv bala xwe dide alav û aletên nav miletan merivatîya sembolan vê mimkunîyê red nake.
Di nexşeyên cografî û sosyal de Japonya û Kurdistan dûrî hev in. Mixabin, di alîyê nêzîkatîyên siyasî de jî mesafeyeke dûr û direj heye. Lê dîsa meriv bi hêvîyên dilan be jî dixwaze li japonan here. Lewma jî şibandina hinek sembolan me dixe nav “gelo”bûnekê yan jî xewneke bêzerar…
Em kurd xencerê - derba xencerê wekî yekem hesta rûmeta şexsî dibinîn û wekî agahîyeke kultur-netewê bi kar tînin, japon jî şûrî wekî ritueleke çandî-netewî dihesibînin. Gava meriv li xwekuştina rîtuelên Yukio Mishimayî dinêrê xêncî vê sembolîzasyona hestewar tişt nikare pênaseyên me aş bike. Ancax ev afirînerîya me ya rûniştî dikare teselîyek bide me, di navbera me û Mishimayî de fêrbûnekê ava bike.
Marguerite Yourcenar, mirina wî bi xwe wekî berhemekê bi nav dike. Nivîskarekî ew qas jîr, hezkirî, xwedîkarîzma, bîrewer û zexm çawa dikare ro li nîvro xwe di ritueleke seppukuyê de bikuje, yanî "derbeke xencerê" li xwe bixe! Helbet, bersiv Mishima û jîyana wî bi xwe ye.
Yukio Mishima gava bi komek hevalên xwe ra xwe dikuje çil û pênc salî bû. Sê saetan berîya mirina xwe berhema xwe ya bi navê Milyaketa Rizîyayî xilas dike û dişîne weşanê. Digel vê berhemê gelek berhemên wî yên naskirî jî hebûne helbet: Berfa Biharê, Eşqên Qedexe, Hespên Revîyayî, Jîyan û Firotin, Roj û Pola, Patrîotîzm, Piştî Banqê, Hejanîya Pêlan, û Olgeha Şefeqê… Lê kifş e ku ev tişt têra Mishimayî nekirine. Her berhemeke wî bûyek platformek bo peyam û niqaşan. Lewma jî şeklê peyam û hêvîyên Mishimayî di her berhemê de cuda cuda dixuye.
Mishima yekî hedefnas e. Di navbera fikrên wî yên fantastik û fanatîk de armanceke wî ya şeraza heye. Di naveroka berhem û nerînên wî de herikbarîyeke xwenas heye. Helbet nivîskarekî ew qas bi kerb nikare bi sedemên jî rêzê xwe motîwe bike. Jê ra çavkanîyên xwedî nakokî, kûr, tûj, û bijan hewce ne. Her çi qas di jîyana wî ya şexsî de bi têra xwe tişt hebûne jî ew armanca zêrîn di ramana neteperwerîyê de dibine. Gelek caran, ev armanca wî, wî dixe kampa nijadperestîyê jî. Helbet dizanibû Japonya û pozîsyona wê ya heyî nikare vegere dewra împaratorîyê. Lê di vê veguherîna civakî de nedixwast miletê wî kevneşopîya dîroka xwe winda bike û Europenîzmê wekî rêçik wergire.
Di wêjeya moderm de piştî Thomas Mannî, Mishima jî balê dikişine ser hevmeşîya netewperwerîyê û Europenîzmê. Ev her du nivîskar jî, ji ber qederên dewletên xwe encamên cuda derdixin ji sentaksa nû. Mann bi şans e, hemû cîhan li dijî Nazîzmê disekine; Mishima jî ew qasî bêşans e, hemû dinya li dijî welatê wî tevdigere.
Lê ji bo romannivîsekî wekî Mishimayî rê û dirb pir in. Ew ji bo ku feza û asoya miletê wî têk neçe xwe jî dike kelîyeke ji vê realîteyê, rasteqînîyê. Cihê ku lê pênûs, berhem, axaftin û girseya li derdora vê realîteyê bi kêr neyê, wê gavê laş xwe dike enstrûmanek, enstrûmaneke xwedîpeyam û sikeştî.
Gelek mirin ne tiştekî şênber e. Lê huner vî tiştê manîpulatîf bi awayên awarte be jî dikare îmajînîze bike. Mishima jî xwekuştineke şênber dike ceribandineke afirînerîyê ji xwe re. Ro li nîvroj, bi bangewazî du mirov serên hev jê dikin bi şêweyê samûrayan.
Helbet, saw û matmayînek bi merivî digire, lê em dizanin ku huner car caran qesasekî pîroz e û parezbendîya kesayetî û konjuktirê ye. Wan hildiweşîne û hilberînên nuh dihewilîne, wan dike mîrateyeke pêşerojê.
Dibe ku Mishima jî şagirtekî Le Caravage be. Le Caravage jî di tabloya xwe ya bi navê Judith Beheading Holofernesê de, serê Holofernes bi Judithî dide jêkirin û mirin dibe serencameke berbiçav dîsa.
Mirin emrê Xwedê yê, erê, lê hilberîn jî emrê mirov e.