|| Behîce Ferîde Demîr - Papiers de Paris Li ser sosyal medyayê dîmenên herî zêde tên tikandin dîmenên kûçikan in. Di her dîmenî de kûçik, aktor yan jî lîstikvanên sereke ne. Ev jî nîşanî me dide ku xwedîyê jîyanê mirov be jî hebûna hinek heywanan jîyana mirovî rengdar, kefxweş û hêsan dike. Di vê hêsanîyê de para hesp û kûçikan nayê jibîrkirin. Kedîkirina hespan rê li ber konforeke mezin vekirîye di jîyana mirovan de. Lê mixabin ew hespên ku erd ji mirovî re radikir û diajot di heman demê de ji ber hilberîn û lêgerîna aqilmendîya mirovî têk çûn û li dijî teknîkê hêz, esîltî û qurebûna xwe winda kir. Teknolojî ket nav jîyanê û hesp derketin derveyî jîyana mirovan. Lê têkçûna hespan ya li dijî teknîkê bû sedema hezkirina heywanekî din û vegera wî ya nav jîyana mirovî. Teknîkê hesp teqawîd kir, lê heman teknîkê jîyan û rûmeteke teze bexşand kûçikan. Helbet kûçik berê jî hevkar û nobedarên jîyana merivan bûn lê şansê ku teknîkê ji kûçikan re anî ne tiştekî biçûk e. Heger min li Parîsê kûaforê kûçikan nedîtiba min ê jî wekî gelek mirovan di nav bîranîn û dîmênên zaroktîya xwe de hesp û kûçikên gundê xwe, mala xwe wekî heywanên herî bextewer bizanîya û xwe bi van bîranînan xwe qure bikira. Lê mixabin kûçikên li welatên ewropî ji kûçikên me bextewertir bûne û hayê min jê nebûye. Helbet ji vê cudahîyê re dikarim analîzên sosyopolîtîk jî bikim. Lê liberketin û mixabinîya dilê mirovî car heye hemû analîzan davêje ser sergoyî. Û mînakên berbiçav dibin rastîyên dawîn. Parîs, bajarê elamet û ecêbîyan e. Le elameta ji bona kûaforê kûçikan rastî min hat ne elameteke pûç bû. Min gerandina kûçikan, marketên xwarin û vexwarinên wan û marketên malên wan dîtibûn. Lê kûçikek here ser kûafor, pûrta xwe kin bike, neynûkê xwe jê bike û bi şampûanên bêhnxweş xwe bişo ji min re wekî henekekê yan jî gotegoteke beredayî bû. Lê bi rastî vira Parîs e û meriv nizane ji kîjan derîyî çi ecêbî dê derkeve. Sikaka ez lê dixebitîm sikakeke gelekî qerebalix bû. Cafe, restorant, bûtîkên kincan, pirtûkfiroş, parqa zarokan û cihê bazarê tev di nav hev de bûn. Lewma min gelek caran anîna kûçikan normal didît. Heta wê roja ku kûçikekî cisnê wî Poodle di hembêza xwedîyê xwe de ji salonekê derket. Bêguman, ev tiştekî rojane bû. Merivan dikarîbû kûçikên xwe bidana hembêza xwe û pê ra bilîstana. Lê vê carê kêfa tûleyê kurîşk û xwedîyê wî ne kêfeke wisa ji rêzê bû. Çend deqe berê wî kûçikê wek gîskilog, rengê wî qewheyî li pêşîya xwedîyê xwe dilîst û erd bin dikir, çima vegerê di nav milê xwedîyê xwe de bû? Tûle û xwedîyê xwe bi "awirên çavan" li hev mêze dikirin û ber bi kafeya me ve dihatin. Monsieur kalemêrekî teqawîdbûyî bû. Her tim bi tûleyê xwe re digerîya, Monsieurî wekî kalikekî pê re qise dikir, tûle jî wekî torinekî çavê xwe dikuta orta çavên wî, dibû kastekasta wî. Lê wê rojê tûle ji hembêza xwedîyê xwe peya nedibû. Ev ne normal bû! Min bi meraq pirsî, gelo kûçikê we nexweş e? Monsieurî bi dengekî lez û jixwebawer got: Na, na! Min lawê xwe anî ser kûafor! Pûrta wî kurtisand û neynûkê wî da paqijkirin. Heta em derin malê bila lingên wî neêşin. Piştî vê gotinê Monsieurî qehweya xwe vexwar û çû. Lê Monsieurî hişê min serobinî hev kiribû. Ez jî, em jî, xwedîyên kûçikan bûn, kûçikên me jî hebûn. Wekî şahid û dostên zaroktîya me, hevalên biwefa û sînesîperane bi dehan salan di sir û seqemê de li ber derîyê me sekinîbûn. Bi kel û kûtan, bi hestîyen berateyên genî xwe xwedî kiribûn. Ji şer û xofa guran, parastina gomên pêz û nobedarîya neferên malê kiribû. Gelo ew jî ne kûçik bûn? Pûrta wan, ew aciz nedikirin, lingê wan nediêşîya, neynûkên wan nedişikîyan? Çavê min li pey Monsieurî û tûleyê kurîşk mabû. Kûçikên me li pişt min diewtîyan! Min bi jan, bi eyb û bi poşmanîyeke merezdar gazî wan dikir.
Kûaforê Kûçikan
By Hurbini At October 23, 2022 0