|| Wergera dawî ya Asya Xerzanê, "Dawîya Dawî"ya Peter Turriniyî, berî demeke kurt ji Weşanên NAyê derçû. Bi vê boneyê me hin pirs têkildarî şanoya Dawîya Dawîyê û karê wergêrîyê ji Asya Xerzanê kirin. Mala wê ava, wê jî bi xweşî bersivandin. Vêca ka hûn jî kerem bikin, bixwînin...
Serpêhatîya te ya wergerê çawa dest pê kir, wekî wergêrekê, bi kurtî dikarî behsa xwe bikî?
Dema min dest bi wergerê kir, li cihê kal û pîrên
alman dixebitîm, ji bo aborî û debariya jiyanê.
Li cihê karê min, ji min dihat xwestin ku ez bi kal û
pîran re eleqedar bibim, ji wan re bixwînim, bi wan re bileyzim û li çîrok û meselokên
wan guhdarî bikim.
Gava meriv ji dil, ji tiştekî yan karekî hez dike, meriv
naxwaze jê dûr bi dûr bikeve, ew kar an jî ew tişt çi
dibe bila bibe, meriv bi hemû hewldan û derfetên xwe dixwaze di hemû kêliyan de
pê re be. Naskirin û hezkirina wêjeyê jî dişibe evînê, hin kes zû wê nas dikin
û jê hez dikin, û hin kes jî mixabin dereng pê dihesin lê gava wê nas dikin û
jê hez dikin jî pê ve tên girêdan, naxwazin bi ti awayî jê bi dûr bikevin, jê veqetin. Ya min jî wusa bû.
Mixabin min hinekî dereng nivîs û wêjeya kurdî nas kir. Bê ku ez gramatîk û rastnivîsa
kurdî bizanim. Di sala 2014an de, bi rih, hest û axaftina kurdmancîya kalik û
pîrka xwe, min dest bi xwendin û nivîsê kir, her wusa xwendin û nivîsîna
helbesta kurdî. Piştî ku min ji curêyên wêjeyê helbest nas kir, di sala 2016an
de berhema min a bi navê Dengê
Bêdengîyê derket.
Te çima "Dawîya Dawî" wergerand û wergerên
te ji xeynî vê wergerê hene?
Destpêka wergêriya min bi Dawîya Dawî dest pê
nekir. Di sala 2019an de, min çîrokek ji devê kalekî alman ê nod û du salî bihîst, di dema karê xwe de min ew guhdarî kiribû,
û min ew çîrok wergerand kurdî, çîroka bi navê "Xeyalên Azadiyê". Çîrok di malpera
Diyarnameyê de jî derket. Hema bêje her roj min ji kal û pîran re çîrok
û helbest bi zimanê almanî dixwendin an jî wan ji min re çîrok û meselok
digotin, înca gava min li çîrokên wan guhdarî dikir min yekser ew çîrok di serê
xwe de werdigerandin kurdî.
Min helbestên çend helbestvanên
alman jî wergerandine kurdî. Yên kesên wekî Erich Fried, Heinz Erhardt û
Friedrich Hölderlin.
Bêtir bi
wergerandina kîjan cureyî dadikevî, rûtînek te heye di vî warî de?
Berî ez dest bi wergerê dikim
bi kêmanî ez çend caran wê nivîsê yan pirtûkê dixwînim, ji bo ku ez baş têbigihêjim
çîrok çi ye. Bi giştî du cureyên wergerê hene. Yek jê divê nivîs, peyv bi peyv
û hevok bi hevok bê wergerandin, ji bo ku nivîs ji çarçoweya reseniya xwe
dernekeve û divê xwendevan pê nehise ku metna ku dixwîne werger e. Her çi qas
zimanê min resen be jî lê gava mirov zimanê xwe bi awayekî perwerdehîyê nexwendibe,
mixabin hingê zehmetiyên vegotinê jî derdikevin pêşiya mirov.
Em dîsa werin ser "Dawîya Dawî"yê... Çawa
dest pê kir çîroka vê wergera te, di çi qas zemanî de te ew kuta kir? Zehmetî û
xweşîyên wê çi bûn ji bo te?
Li ser pêşniyara wergêr û nivîskarê kurd Muhsîn
Ozdemîr min dest bi vê wergerê kir.
Bêguman, bi qasî xweşiyên wê zehmetiyên wê jî hebûn,
ji ber ku ev perçeyê şanoyê bi tena serê xwe li bazara pirtûkfiroşan peyda
nedibû, bi awayekî taybet min ew ji pirtûkxaneya Mûnchenê peyda kir.
Piştî ku min metna orjînal peyda kir, min hewl da bi
nivîskar Peter Turrini re têkiliyê deynim, ji bo destûra wergerê, weşanxaneya wî
ya bi navê Sesslerê li ser navê wî bi dilxweşî bersiva min da û destûr
dan ku ev şano bi kurdî jî hebe.
Her cara min Dawîya Dawî dixwend meraqa min
zêdetir dibû. Ji ber destpêka wê bi hejmara 1ê dest pê dikir û min dixwest ez
xwe bi lez bigihînim dawiya wê yanî hejmara 1000î.
Min hewl da di ber karê xwe yê rojane de, di nava 8
mehan de wê bi dawî bikim, û bi dawî bû.
Berî vê wergerê jî tu hogirî Peter Turriniyî bûyî yan bi
vê wergerê tu lê germ bûyî, te ew nas kir? Peter Turrini, di zimanê xwe de
nivîskarekî çawa ye, bi çi hawî ber bi çavan dikeve, bi kîjan alîyên xwe?
Na, min ew nas nedikir, bi wergera wî min ew nas kir.
Gava min di derbarê Peter Turrînî de agahiyên hêja yên
wekî pirtûkên wî li 30 zimanan hatine wergerandin, lîstikên wî yên şanoyê li
seranserê dinyayê tên leyîstin û hwd xwendin, min ji xwe re got ma çima Peter
Turrînî bi kurdî jî tune be! Turrînî yek ji girîngtirîn şanogerên zimanê almanî
ye.
Turrini, ji sala 1963an heta 1971ê di pîşeyên cuda de
xebitiye, ji sala 1971ê û vir ve weke nivîskarekî serbixwe jiyaye.
Peter Turrini, bi lîstika xwe ya yekem ya bi navê Rozznjogd di sala 1971ê de li Şanoya Viyana
Volkstheaterê hat leyistin, ji nişka ve ew hat naskirin. Pişt re lîstika wî ya
provakatîf-rexnegir Sauschlachten di 1972an bû skandaleke şanoyê.
Gelek cureyên wêjeyê hene, yek ji van jî werger e, ji
bo pêşketina çand û zimanê me werger pir girîng e û pêwîst e heta ji destê me
bê em berhemên dinyayê li li zimanê xwe wergerînin ji bo ku em ji wêjeya xelkê
û pêşketina zimanê xwe agahdar bin.
Di kitêbê de beşeke/parçeyekî ku pir kêfa te jê re
hatî hebû gelo, dikarî hinekî behs bikî?
Kêfa min ji hemû beşên wê re hat, gava mirov ji pirtûkekê
hez neke, û mirov xwe tê de nebîne, mirov nikare wê pirtûkê bixwîne yan jî
wergerîne. Hemû jî xweş bûn lê gava dibêje “Ez li hemû
cureyên xwekuştinê fikirîm lê yek jî ne bi dilê min bû” ev hevok zêde bi dilê min bû, ji ber ku
ji sedî sed bi biryar e û li ber çav e ku wê çîroka xwe bi encameke serkeftî bi
dawî bike.
Dîsa wekî “wergêr”ekê derheqê karê wergêrîyê çi
difikirî, zehmetî û xweşîyên vî karî çi ne?
Gava mirov berhemekê ji zimanekî werdigerîne zimanekî
din, ew berhem li şûna carekê du caran tê nivîsîn, zehmetiyên wê du qat in, divê
tu ji metna resen bi dûr nekevî divê li şûna peyvekê tu li peyv û gotinên cuda
bigerî heta ku hevok li cihê xwe rûnê û mirov pê dernexin ku werger e. Hesta
herî xweş ew e gava tu berhemekê bi zimanekî din dixwînî û ji xwe re dibêjî, ev
hevok wê bi zimanê min bi vî hawî bihata nivîsîn an jî gotin, bi peyv û hevokan
dileyzî, berhemê tazî dikî, kirasekî bi zimanê xwe jê re didirûyî û niqteya
dawî lê difesilînî.
Di ajandaya te de çi heye vêca, mizgînîyên te hene bo
xwendevanên kurdî?
Belê, wergera Kasparê Peter Handkê jî qediyaye, bi xêr ew jî di nêzîk de wê derkeve.