Sedsala me wekî ewladekî bêkêr hew ji mîrateya xwe dixwe. Berê hêvî û hewesan daye ezmanî û fezayê. Mîrateyên dîroka serzemînê pêder pey sist, vala, û bêtesîr dimînin û rê li ber bawerîyên nuh vedikin. Xerc, hilberîn û fintech bûne kurmên zemanî. Yek û du xwedî dikin û bi gav û saetan me jî bi mafine biçûk û rizêr diguvêşin. Jibîrkirîn zêna sîstema vê sedsalê ye û kes jî nikare xwe li ber wê bigire. Wekî bablîsokekê, her tişt û her kes meta (tişt) û marqeyên dem demî ne êdî. Kapîtalîzma major di destê me da veguherîye toreke sosyo-polîtîk, kulturî û ekonomîk. Her kes di "geto"ya mejîyê xwe da rêzan û zanyar, qatil û mafdarê xwe ye mixabin.
Bêguman qonaxên weha şiqitok her di dîrokê de hebûne. Lê ti tiştekî bi qasî teknolojîyê rojanebûn û metabolîzmaya gîyanî li hev nexistiye. Hişbirî û kaşgirbûna vê gîyanê me ditevizîne, pêşerojê ji bîr dibe û paşerojê difirîne hewayê. Em û dem hev du digevizînin; cih, mekan, tahm, nefsbiçûkî û têgih-dîsîplînên heyî pûç dibin. Di nav vê helûbelayê de ya ku hîna dişê textê felekê mîx bike huner e. Huner û hunermend hîna xwedîyên mûcîzatên jengbir û nejibîr in.
Chakarê bernameyeke têr û tijî û kozmopolît - têkel pêşkêş kir. Ew û ekîba xwe gelekî bi hirmet, serkeftî û zindî bûn. Chakarê bi awayekî milî xwe girêdabû. Libasekî spî yê ji figurên Mezopotamyayî çêkirî li wê bû. Kembereke reş û xişrên bedew, tevî makyaja sade "dîwa"bûna wê temam kiribû.
Heyecan jî hebû li wir, hewes jî. Berhemên mosîqaya klasîk jî hebûn, govend jî hebû. Ave Maria dîsa miqedîmeya performansa wê bû. Pîyano Parîsî bû, pîspîsk ermenîkî û deng jî kurdî... Li Parîsê her roj bi dehan çalakîyên weha tên çêkirin. Wekî gotina Lucien Febvreyî " Fransa, piranî ye." Li Parîsê her kes xwe xwedîheq û serdarek dihesibîne.
___________________________________
Wêne: Jean Fleuriot & Libas: Chopy Designs