|| Şaban Demîrel
Şêrzad Hesen li ser derûniya nûxwirîyê malbateke ku xwedî û bavê hesara wan desthilatdarekî tund, baviksalar û feodal e çîrokekê dirêse û dihûne. Li bavekî bifikirin ku ji xwe re hesarekê yanî welatekî, kelehekê ave kiribe û bi tenê ew û zarok û jinên wî tê de bin û hespê xwe li gor nêrînên xwe bibezîne. Zagon û rêzikên bi sedemên pîrozwer dagirtibe û kesê/a van zagon û rêzikan bişikîne bi awayekî hovane bête cezakirin. Vî cezayî jî li ber çavê endamên malbatê pêk bîne, da ku pîrozwerîya van rêzikan berzetir bide diyar kirin.
Nivîskar dema bi kurtî bi vî rengî çîrokeke dîstopîk û rojane ji me re bi zimanekî xweşik vedigot yekser fîlmê derhênerê yewnanî hate bîra min, ji ber ku xalên wan ên hevbeş û pir dişibin hev hene. Yorgos Lantîmosê ku bi fîlmên xwe yên balkêş tê nasîn di fîlmê xwe yê "Dogtooth"ê de behsa çîrokeke mînanî vê çîrokê dike. Sê zarokên ku ji alîyê bavê xwe û dêya xwe ji jîyana der hatine îzolekirin li gor rêzik û zagonên ku hatine diyarkirin mezin dibin. Dema di nav libateke ango tevgereke xelet de bin tên cezakirin. Û her kes vê cezayê xwe bi zanebûn dikêşe. Dê û bavê wan ne dihêlin kesek û ne jî tiştek ji derve, ku îhtîmal e tesîrekê li wan bike, bikeve hundirî. Xala ku di mêjîyê min de girêkeke xirboqî çêkiriye ev tişt e: gelo hayê wan ji hev heye? Yanî roman berî filmê hatiye nivîsîn lê bi awayekî derhêner dibe ku hay ji vê romanê çêbûbe? Yan jî ev bi tenê tesadifek e?
Heta vir çîrok li gor dilê desthilatdar û xwedîyê hesarê yanî bavê hesarê xweş xweş diherike. Her çi qasî zarok û dê zorê bidin nûxwirîyê malê da ku li hemberî bavê xwe serhildanekê pêk bîne jî, ew ji ber tirsa di dilê xwe de nikare tiştekî bike. Her kes bi awayekî di bin îşkence û xisareke mezin a bavî de ye. Keç bi darê zorê ji mêran û tiştên têkildarî mêranîyê tên bidûrxistin, tên sinetkirin; kurik bi çîrok û rêzikan tên tirsandin û tên xesandin, ajal û lawirên hesarê bi piranî tên xesandin (dibe ku keçik û jinên wî têkevin bin bandora wan) û hwd. Lê divê bavê malê ew jina dawî ya ku hê ciwan e neanîyaya. Ji ber ku dawiya desthilatdarîya wî dê bi vê jina ciwan û lihevhatî were. Di vir de divê em li ser xaleke din jî bisekinin ku ev xal di çîrokên serhildanan de xaleke gelemper e. Dema desthilatdarek xisarê digihîne xelkê, heta ev xisar negihê yê/ya serî hildide ti deng û pêjn pê nakeve. Lê dema rasterast xisar giha wê/wî kesê/î serî hildide û pê re gel jî pişt didê û serhildanek serkeftî yan binkeftî pêk tê. Lê ew çirûsk hebekî ji "ezîtî"yê tê. Yanî heta ew xisar negihê lehengî serhildan pêk nayê.
Serhildana ku li hesarê pêk tê jî bi heman şêweyî ye. Ku em vegerin ser çîroka xwe, ev jina biçûk û ciwan bi gotin û awirên xwe tesîrê li nûxwirîyê malê dike. Her çi qasî lehengê me û malbata wî tev di bin zilm û zordarîya bavê xwe de bin jî û her çi qasî lehengê me bi van hemû zilm û zordarîyan zanibe jî heta wê kêlîkê nikare dengê xwe bike. Hest û raman û dilbijîya wî bi ser dikeve û di seanseke şehwetî ya bav û jina ciwan de bavê xwe ji piştê kêr dike, hesarê jî ji desthilatdarekî ku kesî mirina wî bîr nedibir xelas dike.
Qesas û kujerê bavkuştî heta rastî û fêlbazîya jina ciwan dibîne her tişt ji dest diçe. Jina ciwan hema wê kêlîkê dide pê mêrekî çavşîn û hemû malbat belawela dibe. Hesar jî dibe malê mîrate û hema kî hebe tê dagir dike. Lê tiştê li vir bala me dikişîne ew e ku ajal û lawirên êdî serbest in jî ji azadîyê direvin û li qefesa xwe digerin. Jin û zarokên ji bo jinavbirina desthilatdarîya bavê xwe kevir û qûçan li nûxwirîyê malê dibarînin. Hemû hest û deng û hîs û tevgerên li dijî hev bi hev re li dar in. Ken û girî, hezkirin û nefret, coş û hêrs, şahî û wecê xwe rûçikandin, daxwaza azadîyê û daxwaza bindestiyê û hwd... Lehengê me yê di nav wan merivan de ye ku nizanin çi bi azadîyê bikin aqilî berdide. Ew jî mîna wan e. Qesas û kujerê bavê xwe her û her dibe dîl û girtîyê bavê xwe. Bi kûçikê bavê xwe re her li ser tirba bavê xwe xewnên tevlihev dibîne. Axirê dibe xeyaleke dûrî rastîyê ango kûçikekî ku li ser tirba bavê xwe dike kûzekûz.