Erd çima diheje? Em li ser rûyê erdê çawa disekinin? Gerdûn çawa çêbûye? Av û ezman û çiya çawa ji hev kişif bûne? Ava di bin erdê de ji ku tê? Dinya çend caran û çawa xirab û ava bûye? Dînazor bi ku de çûn? Zêr û zîv çawa peyda dibin? Çi dewlemendî li ser û binê erda welatê me hene?
"Serûbinê Dinyayê bi Jeolog Umît Ekeyî (@umiteke) ra" dê di xelekên xwe de li pê çendîn pirsên zanistî û bersivên wan bigere, hewl bide çêbûna dinyayê bi kurdîya kurmancîyê şirove bike.
Meryem Çelîka mamosteya zanistê û Birûsk Aryan dipirsin, endezyarê jeolojîyê Umît Eke dibersivîne.