Term,
li Semsûrê bi rasthatina vebêjê me û jineke pîr û parsek dest pê dike. Gotina di
devê jinika parsek de ‘’Min çi kir… Gundîno, bajarîno min çi kir…’’ e. Li ser
van gotinan nivîskar dide ser rêça vê çîrokê… Şerekî mezin derketîye di navbera
eşîra Ûsikîyan û gundîyên Qanaxê de. Nivîskar hewl daye ku çîrokê bêalî vebêje
ji ber ku hem kesayetên Ûsikî hem jî yen Qanaxî bi hûrgilî li me dide
nasîn. Hemû serpêhatî û tiştên ji nava
dilê wan bi me dide bihîstin. Dibe ku nivîskar xwestibe di navbera xwendevanan
û heta karakterên xirab da jî rêyeke empatîyê ava bike. Bi serkeftî vê armanca
xwe tîne cih. Ji ber ku dema mirov serpêhatîyên Suloyê pîsik dixwîne, Suloyê
hemû jîyan û têkilîyên xwe wekî ‘’xesar’’ê bi nav dike, mirov bi wî re jî
empatîyekê dikare bike.
Niviskar
hemû kesayetên çîrokê bi awayekî serkeftî bi me dide naskirin. Bi vî awayî em
dibin mêvanê civaka kurdan a berî 30 salan. Mêrên di çîrokê de dişibin hev. Mêrxas
û zane ne. Bi îman in û dixwazin di nav aramîyekê de bijîn. Lê kuştina mirovan
jî tiştekî gelekî hêsan e. Lê jinên çîrokê bi wê kûrahîya ku mêr hatine
nasandin nehatine nasandin. Tu fikr û biryarên wan li ser bûyeran tune. Ev rastîyeka
civakê ye jixwe. Em dikarin bêjin çîrokeka mêran e Term. Ji ber ku ji lehengên sereke
hew yek jin e, Gulîzer e ew jî lê em wê jî bi xweşikî nas nakin. Piştî bûyera
hatî serê dildarê wê çi kir, çawa biryar da ku heyfa Serdar li erdê nehêle û
jineke wekî Siltana Bî çawa îqna kir li hemberî Awzerê him axa him merivê wê em
nizanin.
Dixwazim
qala du anekdotan jî bikim. Yek ji wan dema nivîskar qala “Çarşîya Jêr“ dike,
ku dikana Diham jî tê de ye, behsa dikanên xalîçeyan dike. Xalîçeyên ku li ser
hin çîrok, kesayet û bûyer nexşandî. Behsa nexşekî dike û wisa dibêje, “Anter
ibn-i Zebîb di şeveka biberf û bayê bakurî da zikê hêştira xwe qelaştibû, di
zikê wê da xwe digermixand.” Kesên ku li fîlmê The Revenant [Vejîn] (2015)
sêr kiribin yê bizanibin ku sahneyeka Leonardo Di Caprio heye, ew jî di nava ba
û berfê da zikê hespê xwe diqelişîne û xwe dixe navê. Gelo xwespartina nava
heywanan tiştekî ji rêzê bû zemanekî yan Hollywoodê ew ji meseleya Anter
ibn-i Zebîb wergirtîye. Lê min tu agahî li ser Anter ibn-i Zebîb jî nedît. Ya duyem
jî Sermîn dema behsa navê xwe dike dibêje ev nav Osman Sebrîyê hevalê babê min
li min kirîye. Him tarîxa ku çîrok tê da derbas dibe him jî em dizanin ku
malbata Îso li Helebê dijî. Ev kes Osman Sebrîyê ronakbîrê Kurd bi xwe ye.
Hisen
Kemal bêguman gelek serkeftî honandîye çîroka xwe. Bi kurdîyeke zelal û resen. Min
tehmek bêhempa jê sitand. Di wêjeya kurdî de hebûna vê berhemê mirov kêfxweş
dike. Li hêvîya berhemên wî yên nû me.
Roman
bi gotinên jinika parsek dest pê dike. Min zêde meraqa vê jinikê û serpêhatîya
wê jî dikir. Lê nivîskar behs nekirîye, dilê wî wisa xwestîye. Bi ya min ew
jinik jî teqez “Siltana Bî” ye 😊
____________________________________
____________________________________