bêkok in xanî, derî li ser piştê xîmê wan li bin erdê
hirç gur û rovî tên xewnên me, pê de pê de
em dileyzin pev re, dikenin û ditirsin, gurzî ji cendekê me radibe.
bêkok in xewnên me, mil şikestî, ziman zirzekirî
gelek kes li ber guhê me, barbariya kêfa wan me diêşîne
em dimirin pev re, dialisin birînên hev û ranazin.
bêkok in bîranînên me, dîmen şêlû, deng kerr, bêhn çikiyayî
kî hebû tevde mirine, naxwazin em deng bidin di heyata wan de
em dikujin pev re, çi kesî nahebînin, şad û bextewar in bi serê xwe.
bêkok in hewşên me, ne ajalek tê de digere ne lê vedigere mirovek
nema kes berxika berdide beriya şîrdotînê,
nema li bêhna yadê digerim li guhanên pezan
min tiştek nema ji wan deman, wan deveran, windayî me li aloleyên sasaniyan –
kes nizane dirûvê kê bi min dikeve, di yê kê de veşartî me ligel hemî perrikan
alfa û omega – ligel hemî şikestinan, hemî diayan.
min tenê,
di xewnên xwe de mezin kirine ev
yek bi yek,
xewnên dûkel û xweliyan.